Muhammed Karabacak
21 Îlon 2025•Rojanekirin: 22 Îlon 2025
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand, rêxistina terorê PKK/YPGya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, bi hewanan êrîşî gundên rojhilata Helebê kir.
Li gor nûçeya ku SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê spart Rêvebiriya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, duh li gor saeta herêmî di 18.20î da HSDyê bi hewanan êrîş bir ser gundên Til Meaz, Alsa û Kiyariyeyê yên li rojhilata Helebê.
Di nûçeyê da hat gotin ku li gor tesbîta artêşa Sûriyeyê, HSDyê gundên ku ne di destê wan da ne, bombebaran kirin û roket avêtin gundê Um Tineya ku di destê rêxistinê da ye.
Dezgehên medyayê yên PKK/YPGyê îdia kirin ku artêşa Sûriyeyê gundê Um Tineyê kir hedef, lê ev îdia di nûçeyê da hat derewandin û wiha hat gotin, "HSDyê bixwe gund kir hedef."
Li gor nûçeyê, "Hemû berpirsiyariya komkujiya li gundê Um Tineyê, ya HSDya ku êrîş kirê ye."