Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara diçe Amerîkayê

Damascus
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Sûriyeyê daxuyand ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ji bo ku beşdarî civîna 80emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, bi rê ket ku here Amerîkayê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê der barê mijarê da nûçeyek weşand û wek çavkanî Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Sûriyeyê nîşan da.
Di nûçeyê da hat ragihandin ku Serokomar Ehmed Şara ji bo ku beşdarî civîna 80emîn a Lijneya Giştî ya NYê ya ku wê li New Yorka bajarê Amerîkayê çêbibe, bi rê ket.
Civîna 80emîn a Lijneya Giştî ya NYê wê li bajarê New Yorkê di navbera 23-29ê Îlonê da çêbibe.
Serokomarê berê Nuredîn el-Atasî yê ku di sala 1967an da li ser wezîfeyê bû li NYê axivîbû ku ji wê demê û vir va Şara wê bibe tekane Serokomarê Sûriyeyê ku li NYê wê biaxive.