Elif Orhan
2018 ж. 29 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 29 қыркүйек
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di gotara xwe ya ku ji Washîngton Postê re nivîsande de nirxandina "Firsenda Serok (Donald) Trump heye ku polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn ya neserkeftî biguherîne. Dikare ku arîkariya çekan a ji bo YPGya şaxa Sûriyeyê ya ku ji aliyê meqamên Amerîka û Ewropayê ve wekî terorîst hatite tespîtkirin birawestîne û derbeyek li rêxistinê bide."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo Washîngton Posta ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye gotareke bi serenava "Amerîka divê çekdarkirina terorîstên li Sûriyeyê rawestîne" nivîsand.
Çavuşoglu diyar kir ku serokên cîhanê ji bo hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin bal hev û di gotara xwe de got ku "Firsenda Serok (Donald) Trump heye ku polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn ya neserkeftî biguherîne. Dikare ku arîkariya çekan a ji bo YPGya şaxa Sûriyeyê ya ku ji aliyê meqamên Amerîka û Ewropayê ve wekî terorîst hatite tespîtkirin birawestîne û derbeyek li rêxistinê bide."
Çavuşoglu destnîşan kir ku rêxistinên îstixbaratê yên Amerîkayê YPGê wek şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê nas dikin û da zanîn kuÇavdêrxaneya Mafên Mirovan a Navneteweyî jî raporên wekî YPG ji bo şerkirinê çek dide zarokan weşandiye.
Çavuşoglu diyar kir ku YPGya rêxistina terorê li nav Sûriyeyê li sînorên Tirkiyeyê bi cî bûye û got ku Washîngtonê di salên borî de 5 hezar tir û 2 hezar balafirên kargoyê tijî neqliyeta çekan kir û got ku li sînorên welatekî NATOyê yê din bicîbûneke bi vî awayî dê rastî bertekên cidî bihata.
Çavuşoglu di gotara xwe de gotina "Ez mitefîqê Kurdan im" bi kar anî û da zanîn ku "Dijî Kurdan nîne dijî rêxistinên terorê ye."
- "Niha wextê diyarkirina aliyekî ye"
Çavuşoglu da zanîn ku banga Tirkiyeyê ya ji bo Amerîkayê ya ji bo ku çekan neda YPGê mafdar e û nirxandina "Niha wextê diyarkirina aliyekî ye."
- "Bi arîkariya mitefîqê NATOyê PKK tê çekdarkirin"
Wezîr Çavuşoglu da zanîn ku Amerîka xerantî da ku çekên ku daye YPGê dê dijî gelê Tirk neyê bikaranîn û di gotara xwe de ev anîn ziman:
"Lê belê Sûriye li nav şer de ye. Heke mirov realîst bibe kesên ku li Washîngtonê biryarê didin ne di pozîsyoneke ku bikare vê sozê bidin de ne. Çekdarkirina YPGê Tirkiyeyê û gelê wê yê bi dehan sal bi şîdet û tirsa rêxistinên terorê yên bêrehm re rû bi rû ma dixe xetereyê. Niha jî PKK bi arîkariya mitefîqê NATOyê tê çekdarkirin."