2016 ж. 04 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 05 мамыр
WASHINGTON
Li DYAyê di hilbijartina serokatiyê da Ted Cruzê ku ji bo bibe namzedê Partiya Komarparêz derket rê dev ji namzediyê berda û bi vî awayî jî Donald Trump hê bêtir nêzî namzediyê bû.
Cruzê ku li eyaleta Indianayê di pêşhilbijartinê da li hember Donald Trump têk çû ragihand ku ji namzediyê vedikişe.
Cruz li bajarê Indianapolîsê derket pêşberî alîgir û hilbijêrên xwe û wiha got: "Min gotibû ku heger ji bo serkeftinê rêyek hebe ez ê tê da bimeşim, lê îşev min dît ku ev rê hatiye girtin."
Cruzê Senatorê Teksasê di xeberdana xwe da wiha got: "Çi ji destê me hat, me texsîr nekir, lê hilbijêran rêyeke din dan ber xwe. Xemgîn im lê ji bo pêşeroja welatê xwe kampanyaya xwe didim sekinadin."
Trump li eyaleta Indianayê ji sedî 53yê rayên komaparêzan wergirt, Cruz jî ji sedî 37 wergirt û têk çû. Di pêşhilbijartinê da John Kasîchê Waliyê Ohîoyê jî ku namzedê sêyemîn e Partiya Komarparêz bû ji sedî 7 ray wergirt.
Piştî ku Cruz vekişiya di hilbijartinên serokatiyê da rê li ber Trump vebû.
Trump piştî ku Cruz ji hilbijartinê vekişiya li New Yorkê derket pêşberî alîgirên xwe û di xeberdana xwe da pesnê reqîbên xwe yên ku li paş man da.
Trump diyar kir ku wê di hilbijartina serokatiyê da ku di meha sermawezê da ye wê serkeftî bibin û wiha got: "Em ê Hîllary Clîntonê têk bibin. Clînton nikare bibe serokeke baş."
Reînce Prîebusê Serokê Partiya Komarparêz di peyama ku li ser hesabê xwe Twitterê weşand da wiha got: "Donald Trump wê îhtimaleke mezin bibe namzedê Partiya Komarparêz. Divê em hemû bên bal hev û Hîllary Clîntonê têk bibin."
- Li Calîfornîayê dibe ku eşkere bibe
Namzedê Partiya Komarparêz di meha tîrmehê de wê di kongreya partiyê de bifermî bê eşkerekirin. Lê tê texmînkirin ku namzediya Trump bi pêşhilbijartinê ve wê bê diyarkirin.
Reqîbê Trump niha bi tenê Waliyê Ohîoyê John Kasîch e. Her çiqas şansê Kasîch nemabe jî wî eşkere kiribû ku ew ê dev ji namzediyê bernede.
Trump ji bo ku namzediyê bi dest bixe hewcedariya wî 237 delegeyên Komarparêz heye. Di hilbijartina 7ê hezîranê de tê texmînkirin ku Trumpê bigihêje vê hejmarê.
- Clînton li Indîanayê têk çû, lê ji bo namzediyê kesa herî nêz ew e
Li Indîanayê du endamên Partiya Demokrat Hîllary Clînton û Bernîe Sanders di pêşhilbijartinê de hatin li hemberî hev.
Bernîe Sanders ji sedî 53 rayên demokratan hilda û Clînton têk bir.
Clînton her çiqas ji sedî 46 ray girtibe jî, di pêşbirkê de li pêş Sanders e.
Wezîra Karên Derva yê Berê Clînton li hemû eyaletan bi giştî 2 hezar û 201 deleqe qezenc kir. Lê Sanders hezar û 399 delege qezenc kir.
Clînton û Sanders ji bo ku bibin namzedê Partiya Demokrat divê 2 hezar û 383 delegeyan qezenc bikin. Di vê rewşê de namzediya Clînton li gor Sander bêtir xurt xuya dike.
Di 8ê mijdarê de di navbera namzedên Demokrat û Komarparêzan de hilbijartinek wê çêbibe û Serokê Amerîkayê wê di vê hilbijartinê de eşkere bibe.
Serokê nû yê DYAyê wê di meha çileya paşîn de wezîfeyê ji Barack Obama dewr bigre.