16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
BÎŞKEK
Balafira kargoyê ya sefera Hong Kong-Bîşkekê dike li ser gundekî ket. Di qezayê de li gorî agahiyên ewil 32 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Alîkarê Serokwezîrê Kirgizistanê Muhambetkaliy Abûlkazîyev, diyar kir ku Balafira kargoyê ya sefera Hong Kong-Bîşkekê dike li gorî saeta herêmî, di saet 07.30an de li nêzî Bîşkekê li ser gundekî ket. Di qezayê de 32 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê heta niha 4 kes rakirine nexweşxanê. Piştî bûyerê gelek agirkuj û anbûlans sewqî cihê bûyerê kirin.
Wezareta Gihandinê ya Kirgizistanê ragihand ku balafira ya Rêhewaya ACTyê ye û tê de 5 personel hebûn. Her wiha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
THY: Balafira li Bîşkekê ket ne ya me ye
Hewapeymaya Tirkiyê (THY) ragihand ku balafira kargoyê ya sefera Hong Kong-Bîşkekê dikir û li ser gundekî nêzîkî Bîşkekê ket ne aîdî wan e.
Di daxuyaniya Hewapeymaya Tirkiyê (THY) de hat ragihandin ku balafira ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Hong Kongê ber bi Balafirxaneya Navneteweyî Bîşkek Manasê diçû û aîdî Hewapeymaya ACTê nêzîkî Bîşkekê bi seetan Tirkiyê 04.40î de ket.
THYê got ku balafir ne aîdî wan e.
Balafira kargoyê ya sefera Hong Kong-Bîşkekê dike li ser gundekî ketibû. Di qezayê de li gorî agahiyên ewil 32 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûbûn.