16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ANKARA
Ajansa nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê Herana daxuyand ku li Îranê di nav 2 rojan de 20 mehkûm ji ber sûcên hişbir, dizî û mirovkuştinê hatin îdamkirin.
Li bajarê Kereçê di girtîgeha Recaîşehrê duh 16 kes ji ber sûcên hişbir, mirovkuştinê û bi çekan ve xesbkirinê, hatin îdamkirin.
Di heman rojê de li bajarê Reştê di girtîgeha navendî ya Lakanê 2 kes ji ber sûcê qaçaxçîtiya hişbirê hatine îdamkirin.
Îro jî di girtîgeha navendî ya Hemedanê kesek, di girtîgeha Şehabê ya li bajarê Kirmanê jî kesek ji ber sûcê mirovkuştinê hatine îdamkirin.
Li gor raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Îranê di 2015an de jê gelek ji ber sûcên hişbirê bi giştî 977 kes hatin îdamkirin.