14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ANKARA
Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serkêşiya Serokê Giştî yê Partiyê Mesûd Barzanî li Pîrmamê kombû.
PDKê der barê naveroka kombûnê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser mijarên navxwe û herêmî nirxandin hatin kirin.
Hat ragihandin ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û têkiliyên bi Bexdayê re xwedî ehemmiyetên taybet in û tesîrê li ser rewşê dikin.
Li gor daxuyaniyê şeş madeyên muhîm bi awayekî giştî hatin axaftin.
PDKê ragihand ku operasyona rizgarkirina Mûsilê, beşdariya pêşmerge bi artêşa Iraqê re û azadkirina gelek deverên li derdora bajêr ji bo asayişa Herêma Kurdistanê pir muhîm in.
Rêvebiriya PDKê bal kişand ser ciddiyeta hevdîtinên di nav partiyan de û wiha hat gotin: "Partiya me piştî mesaja Serok Barzanî, seredana aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê kiriye. Me guftûgoyeke rasterast bi partiyên siyasî re kiriye da ku em mekanîzmeke peyamên Barzanî bicî bike saz bikin. Ji bo tebabiya Herêma Kurdistanê û xweşkirina zemîna yekrêziyê me hewl daye."
Der barê têkiliyên bi Bexdayê re nirxandin wiha hat kirin: "Piştî rûxîna rejima berê bernameya ku ji bo birêvebirina Iraqê hatiye meşandin şirîkatiya heqîqî û daxwazan nahewîne. Sîstema heyî prensîbên karbidestên piranî taqîb dike. Di rêvebirineke wisa de Kurd û Kurdistanî zerermendê yekem in. Herkes îdî vê yekê qebûl dike. Loma lazim e di têkiliyên Iraq û Kurdistanê de jinûde nirxandin bêne kirin. Divê sîstema ku dê nû were avakirin xebat û qurbaniyan li ber çav bigire û temsîla pozîsyona xelkê Herêma Kurdistanê bike."
Di daxuyaniyê de behsa seredana serokên welatên cîhanê jî hat kirin û ev îfade derbas bûn: "Ev seredan, piştgiriya Herêma Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman in. Ev seredan, bi erênî têne pêşwazîkirin û wek desteka daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê hatin dîtin."
Reformên di hikûmetê de têne kirin û lijneya ku ji bo reforma di nav PDKê bi xwe de hatibû pêkanîn jî hate rojevê û biryar hat dayîn ku ew lijne di demeke nêzîk de rapora xwe biqedîne.
Qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê jî kete ber behsa PDKê û der barê vê meselê de wiha hat gotin:
"Xelkê Kurdistanê li hemberî vê qeyrana aborî berxwedan kiriye û ezma xwe winda nekiriye. Em sipasiya xelkê xwe dikin ji bo vê tehemmulê. Ji bo baştirkirina debara xelkê divê hewlên ciddî bêne dayîn. Ji bo tunekirina vê qeyranê gerek piştgiriya hikûmetê bête kirin. Hêvîdar in ku sala 2017an bibe sala xelasbûna ji hemû kêşe, alozî û qeyranan. Tebayî û yekrêziya xelkê me xurttir bibe."