ERBÎL
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Sefîn Dîzayî got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên nefta ku dê îxracî Tirkiyeyê bibe, heyetekê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Barzanî dê biçe Bexdayê.
Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got me bi nivîseke fermî der barê heyeta ku dê çend roj şûnda biçe Bexdayê de Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî agahdar kir.
Dîzayî got: "Hevdîtina ku di navbera Serowezîrê HKIFê Nêçîrvan Barzanî û Malikî de di 25 çileya pêşîn de hat kirin de biryara amadekirina heyetê hatibû dayîn. Di vê hevdîtinê de li hev kirin û biryar hat dayîn ku heyet dê Bexdayê ziyaret bike. Me der barê vê mijarê de nivîseke fermî ji birêz Malikî re şand. Di vê nivîsê de pêşniyazên çareserkirina hemû pirsgirêkan heye. Me xwest ku di demeke kurt de heyet bi serokatiya birêz Nêçîrvan Barzanî ji Hewlêrê biçe Bexdayê û li wir peymaneke mayînde bê çêkirin."
Dîzayî destnîşan kir ku ji bo em hesasiyeta xwe bidin nîşan Serokwezîrê HKIFê dê serokatiya heyetê bike û wiha pê de çû:
"Em radigihînin ku em girêdayî destûra Iraqê û girêdayî wê peymanê ne ku me di 25ê çileya pêşîn a 2013an de bi hikûmeta Bexdayê re kir. Em girêdayî telîmata sewqiyata neftê ya Wezareta Neftê ya Iraqê ne. Em dixwazin ku di demeke kurt de her du alî peymanê çêbikin. Lewra heke ecele bikin budçe dê biçe parlementoya Iraqê û bê pesendkirin."
Dîzayî diyar kir ku wan tu carî qara Iraqê neşikênandine û ew diwazin ku her dem piştevaniya Bexdayê bikin.