04 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2016
BEXDA
Di êrîşa bombeyî ya ku li Bexdaya paytextê Iraqê qewimî da hejmara kesên ku mirin derket 204an.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Tendûristiyê hat hildan ji ber êrîşa li Kerradaya herêma navenda Bexdayê heta niha 204 kes mirin.
DAEŞa rêxistina terorê êrîşa ku li Kerradayê hat kirin hilda ser xwe û li seranserê Iraqê ji ber êrîşê 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.