2016 ж. 20 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 20 маусым
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destnîşan kir ku Iraq bi rîskên leşkerî, siyasî, ewlekarî û aboriyê ra rûbirû ye û diyar kir ku digel vê, wan li çendîn eniyan li hemberî DAEŞê di warê leşkerî da serkeftin bi dest xist.
Ebadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da cî da van gotinan, "Iraq bi rîskên leşkerî, siyasî, ewlekarî û aboriyê ra rûbirû ye. Digel ku li welêt kêşeyên siyasî hene, me li çendîn eniyan li hemberî DAEŞê di warê leşkerî da serkeftin bi dest xist."
Ebadî bal kişand ku di şerê dijî DAEŞê da milîsên şîe Heşda Şabî bivê nevê ye û wiha dewam kir:
"Em nikarin çavê xwe ji xwebexşên ku li ser banga Lêveger (Sîstanî) beşdarî Heşda Şabî dibin ra bigirin. Îxlala li hemberî sivîlan (Felluce) dezgehî nîne, takekesî ye. Di navbera îxlalên dezgehî û takekesî da ferqeke eşkere heye. Emê li hemberî tu îxlalî xwe bêdeng jî nekin û girêdayî ku dibin bira bin emê cezayê xwediyê van kiryaran bidin."
Hatibû ragihandin ku di operasyona Felluceyê da milîsên şîe ên girêdayî Heşda Şabiyê, mafên mirovên sivîl yên ku ji neçariyê malên xwe terikandin, binpê kirin, êşkence li wan kirin, ew revandin û kuştin.