Serokê Dînî Yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney ji Wezareta parastinê, Artêş û Muhafizên Şoreşê re telîmat da ku ew hejmara leşkerên xwe zêde bikin.
Hamaney ji ber Roja Artêşa Neteweyî bi rêvebirên leşkerî, malbatên şahîdan û leşkeran re hat bal hev û li wir axaftinek kir. Di axaftina xwe de Hamaney gotinên rayedarên Amerîkayê yên ku dibêjin planên leşkerî jî di rojeva me de ye bi bîr xist û wiha got: "Ew (DYA) dixwazin ku qabîliyeta parastina Îranê sînor bikin, lê ev gefxwarin vila ne û eletewş in. Lewra gelê Îranê dema rastî êrîşan werin dizanin ku ew ê xwe çawa biparêzin. Bila Wezareta parastinê, Artêş û Muhafizên Şoreşê hejmara leşkerên xwe zêde bikin, ev telîmateke fermî ye."
Hamaney got ku Îran ji bo herêmê û cîranên der û dor tu caran nebûye tehdîdek û wê nebe jî û wiha axivî: "Amerîka û welatên Ewropayê dibêjin ku Îran li du çekên nukleer diçe û vê efsaneyê ve dixwazin Îranê wek tehdît bidin nîşandan. Îro ji bo hemû dinyayê û herêmê tehdîda herî mezin Amerîkaya ku girêdayî tu wîcdan û distûreke dînî nîne û rejima siyonîst e. Dema kêfa wan bixwaze mudaxaleya her derê dikin û li wir qetlîamê dikin."
Hamaney got ku welatên îdia dikin ku ew di dinyayê de xwedî hêzeke mezin in guh nadin hiqûq û rêbazên mirovî û wiha dewam kir: "Di serî de Amerîka heye. Êrîşa Yemenê, şerê Xezzeyê û Lubnanê jî li dijî qanûna navneteweyî ye. Îran mudaxaleya tu welatî û karên wan ê navxweyî nake û wê neke jî."