Sevim Hatun
2018 ж. 02 қаңтар•Rojanekirin: 2018 ж. 03 қаңтар
ÎSTANBUL
Serokê Îranê Elî Xamaneyî got: "Dijminê Îranê amûrên wekî pere, çek, siyasetê bikartînin û dixwazin tevî hêzên ewlekariyê ji dewleta Îranê re pirsgirêkan derxin."
Xamaneyî li paytext Tahranê bi malbatên şehîdan re hat bal hev û der barê bûyerên ku ji roja pênşemê vir ve rûdane de cara ewil axivî.
Xamaneyî got, "Dijminê Îranê amûrên wekî pere, çek, siyasetê bikartînin û dixwazin tevî hêzên ewlekariyê ji dewleta Îranê re pirsgirêkan derxin" û îdia kir ku wê bi vîn, fidakarî û îmana gel dijmin têk bibin.
Serokê Îranê got ku paşê wê di vê mijarê de biaxife û xîtabê gel bike.
Li bajarê Meşhedê yê Îranê roja pêncşemê bêyî bangewaziya partiyeke siyasî, grûbek jixweberê kom bûbû û dest bi protestokirina şert û mercên aboriyê kiribû. Dû ra vê xwepêşandanê dirûvê protestoyên dijî rejimê wergirtibû û belavî gelek bajaran bûbû.