Elif Orhan
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku li Îranê di xwepêşandanên ku jiroja pêncşemê vir ve dewam dikin de herî kêm 23 kes hatin kuştin û ji 500î zêdetir mirov hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniyên meqamên fermî yên Îranê û nûçeyên ku diçapemeniya welêt de cî digirin li navçeya Duruda eyaleta Loristanê 4, li navçeya Îzeyê ya girêdayî eyaleta Xûzistanê 2, li navçeya Tuyserkanê ya girêdayî eyaleta Hemedanê 3, li bajarê Şahîn Şehra girêdayî eyaleta Îsfehanê 3, li bajarê Xumeynîşehrê 3, li bajarê Necef Abadê 1, li navçeya Qehderîcanê 6 kes hatin kuştin. Dîsa li navçeya Kehrîz Senga girêdayî eyaleta Îsfehanê peywirdarekî ewlehiyê hat kuştin.
Li gor daxuyaniyên meqamên Îranê di xwepêşandanan de ji 500î zêdetir mirov hatin binçakirin. Çavkaniyên nefermî jî diyar dikin ku ev jimar çend qat zêdetir e.
Arîkarê Waliyê Tehranê Elî Asgar Nasîrbext di daxuyaniya xwe de got ku "Li Tehranê roja şemiyê 200, roja yekşemê 150, duh 100 kes bi tevahî 450 kes hatin binçavkirin."
Li Îranê di 28ê kanûna pêşîn de li Meşhedê komeke xwepêşandêran bihabûna jiyanê ya li welêt, bêkarî, gendelî protesto kirin û bûyeran dest pê kir. Çalakiyên protestoyê di demek kurt de veguherî xwepêşandanên dijî rejimê û belavî gelek bajarên wekî Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Ehwaz, Zahîdan, Eraq, Hurrem Abadê bû.