Mitîng li taxa Gronlanda Osloyê danê êvarê hat kirin û nêzî 7 hezar kesên ku xwedî ol û baweriyên ji hev cuda bûn beşdarî meşa ku li dijî DÎŞIyê ye bûn. Beşdarvanên mitîngê li dijî komeleya "Profetens Ûmmah" a ku diyar kiribû ew li pişt DÎŞIyê ye diruşme berz kirin û heta ber Parlementoya Norveçê meşiyan.
Li ber parlementoyê daxuyanî hat dayîn û hin kesan xeber da. Di nav axaftvanan de ya ku herî zêde bal kişand Serokwezîra Norveçê Erna Solberg bû.
- Serokwezîra Norveçê Hedîsa Şerîf xwend
Serokwezîra Norveçê Solbergê diyar kir ku li dijî hemû tundiyan dê têbokişin û li ser kursî hedîsa "Ji we kesekî dema li cihekî xerabî dît bila wî bi destê xwe serast bike, heke qeweta wî ji bo vê yekê têr neke bila bi zarê xwe serast bike, heke ji bo vê jî qeweta wî têr neke bila wê demê ji dilê xwe buxz bike ku ev jî noqteya herî qels a îmanê ye" xwend.
Çapemeniya Norveçê jî bala xwe da ser mitînga ku ji bo protestokirina DÎŞIyê hat kirin û bê şer û pevçûn bi dawî bû.