Piştî hevdîtinê Cewad Zarîf û Barzanî daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Zarîf wiha got: "Ewlehiya Iraqê wek ehlehiya welatê me ye. DÎŞI ne bi tenê ji bo Iraqê, ji bo hemû Rojhilata Navîn talûkeyek e. Divê hemû welêt di nav diyalogê de be û li hember terora DÎŞIyê têkoşîn bidin."
Zarîf daxuyand ku ew kêfxweş in ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê li hember terorê li ber xwe didin û hêvî dikin ku pêşmerge bêtir pêş ve biçin. Zarîf got ku ew piştgiriyê didin gelê Iraqê.
Zarîf bal kişand ser pêvajoya siyasî ya dawîn û got ku ew piştgiriyê didin xebatên avakirina hikûmeta nû. Zarîf pirsa rojnamevanekî ya "Îranê leşker şand Iraqê?" wiha bersîvand: "Îranê ji Iraqê re leşker neşand. Bi tenê artêşeke me heye. Hêzên ji bilî vê terorîst in." Zarîf di berdewamiyê de got ku ew ê li hember terorîzmê piştgiriyê bidin têkoşîna herêma Kurdistanê.
Zarîf daxuyand ku ew ê Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî jî ziyaret bike.
- Daxuyaniyên Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî wiha got: "Îran yek ji wan dewletan e ku çekan da me."
Barzanî daxuyand ku pêşmerge berê jî xwedî hêz bûn ku DÎŞIyê têk bibin, lê bi alîkariya çekan ve bêtir bi hêz bûn û wiha got: "Me dest pê kir û em êrişan dikin û li hember DÎŞIyê pêş ve diçin."
Barzanî destnîşan kir ku bi destê pêşmergeyan ve terorîst dê li ser axa Kurdistanê têk biçin û ew ê bigîhîjin vê şerefê. Piştî vê gotinê rojnamevanekî îdiya "Bendava Mûsilê ketiye destê DÎŞIyê û qasî 200 pêşmerge jî êsîr bûne" ji Barzanî pirsî. Li ser vê Barzanî wih axivî: "Îdiayên ku pêşmerge êsîr in derew in. Kontrola Bendava Mûsilê di destê pêşmergeyan de ye. Pêşmerge pêş ve diçe, şer dewam dike. Em texmîn nakin ku DÎŞI dê êrîş bike."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Xoşyar Zebarî re, li Necefê bi rûspî û alimê herî mezin ê şiiyan yê li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hatibû bal hev.