HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve yê Norweçê Borge Brende û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Hewlêrê hevdîtin kirin.
Hevdîtin li Ofîsa Serokwezîrtiyê hat kirin û piştî hevdîtinê Barzanî û Brende civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Brende got ku ji bo piştgiriya herêma Kurdistanê hatin Iraqê. Brende berê xwe da Barzanî û got ku "Hûn bi terorîzmê re şer dikin. We deriyên xwe ji bo hemû hêmanên etnîk û dînî re vekirin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wek Norweçê ji bo arîkariyên mirovahiyê û yên leşkerî bigihêjin we dixwazin ku rêhewayê bi kar bînin. Me heta niha ji Iraq û herêma Kurdistanê re 25 milyon dolar arîkarî şand. Em dê 10 milyon dolarên din jî bişînin."
Barzanî jî diyar kir ku "Di mijarên azadî, demokrasî û çanda bihevrejînê de dê israrê bikin" û wiha axivî: "Em parastina kêmneteweyên li herêma Kurdistanê wekî peywira li ser milên xwe dibînin. Di vê merhaleya şerê me yê li dijî terorîzmê de arîkariyên welatên Ewropayê yên ku piştgiriyê didin me, gelekî girîng in."
Hûrguliyên hevdîtinê
Di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê de cî dan hûrguliyên hevdîtina Barzanî û Brende ya ku çapemeniyê nekarî bikevê.
Li gor daxuyaniyê eleqe û piştgiriya welatên dost destnîşan kir û wiha got: "Ev yek jî nîşan dide ku gelê Kurdistanê çiqas girêdayî nirxên xwe ne, çawa li çanda bihevrejînê xwedî derdikeve û nêrîna wan a civaka piraneyî ye. Em jî dê parastina van nirxan berdewam bikin. Piştgiriya navneteweyî nîşan dide ku gelê Kurdistanê li ser rêya rast e."
Barzanî got ku çiqas ji destê wan tê arîkariya penaberên li herêmê dikin, lê ji ber ku jimar zêde ye di peydakirina hewceyiyan de zehmetiyan dikşînin û ji civaka navneteweyî arîkarî xwest.
Barzanî got ku divê bi piştgiriya welatên dost herêmên ku ketine destên terorîstan rizgar bikin û bikaribin mirovan bişînin malên wan.
Arîkariyên leşkerî û mirovahiyê
Wezîrê Karên Derve Borge Brende jî bal kişand ku di bo têkoşîna bi terorîstên ku hem ji bo herêmê hem jî ji bo cîhanê xetereyek mezin in de hewldan û piştgiriyên hemû aliyên navneteweyî gelekî girîng in.
Brende got ku "Gelê Kurdistanê ji bo arîkariyên leşkerî û mirovahiyê dikare xwe bispêre Norweçê" û da zanîn ku wek hikûmet ji bo ku arîkarî bi awayekî lezgîn bigihêjin cî biryar dan.