Facebookê rûpela Erebî ya Hamaneyê serokê Îranê girt
Tahran
Facebooka platforma çapemeniya civakî rûpela Erebî ya Elî Hamaneyê serokê Îranê yê ku berê asteng kirbû girt.
Di nûçeyên çapemeniya Îranê da hat diyarkirin ku hesabê Erebî yê Hamaney ê ku ji 100 hezarî zêdetir şopînerên wê hene yê ku demek berê bi hinceta "rêbazab îxlal kiriye" demek berê niha rawestandibû girt.
Instagrma platforma çapemeniya civakî jî meha nîsanê da piştî ku birêvebiriya Amerîkayê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bi awayekî fermî hilda nav lîsteya rêxistinên terorê hesabên Sererkan Tumgeneral Mihemed Baqirî, Fermandarê Mihafizên Şoreşê yê berê Mihemed Elî Caferî, Serokê Îdareya Çavkaniyên Mirovan a Hêzên Çekdar Musa Kemalî û Îzzetullah Zergamiyê Serokê Saziya Televîzyon û Radyoyê yê berê yê ku demekî di Mihafizên Şoreşê da peywir kir jî girtibûn.
Instagramê hesabê Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya ku operasyonên eskerî-îstixbarî yên li dervayî welêt ên Artêşa Mihafizên Şoreşê yê ku 888 hezar şopînerên wî hene girtibû.