Abdullah Tel
2018 ж. 12 шілде•Rojanekirin: 2018 ж. 12 шілде
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi Elî Ekber Velayetiyê ku di qada Têkîliyên Navneteweyî da şêwirmendiya lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xemaney dike ra hevdîtin kir.
Kremlînê daxuyanî weşand û ragihand ku Pûtîn li Novo-Ogarevoya Rezîdansa Serokatiyê Velayetî wek mêvan qebûl kir. Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve yên Kremlînê Yurîy Uşakov jî cih girtin.
Ji alî Îranê jî şêwirmendên Xemaney Elî Asgar Fathî Sarbangolî û Balyozê Moskovayê yê Îranê Mehdî Sanaî beşdarî hevdîtinê bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu duh bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra li Moskovayê hevdîtin kiribû û hebûna hêzên Îranê yên li Sûriyeyê ne nîqaş kiribû.