İbrahim Atmaca
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, "Gurcistan wê bibe endamê NATOyê."
Stoltenberg di lûtkeyê da daxuyanî da rojanmegeran û wiha got, "Em piştgiriyeke tam didin eleqeya Avro-Atlantîkê ya Gurcistanê. Gurcistan wê bibe endamê NATOyê. Mitefiqan duh ev teyîd kir."
Jens Stoltenberg got ku ew ê seba endamtiyê bi Gurcistanê ra xebatê bidomînin û destnîşan kir ku rêveberiya Tîflîsê ji bo endamtiya NATOyê reformên serkeftî kirin.
Ji aliyekî din va Stoltenberg bal kişand ser Rojhilatê Ukraynayê û got rewş cidî ye û wiha dewam kir, "Em bi tundî şermezar dikin ku Rûsyayê bi awayekî dereqanûnî Qirim îlhaq kir."