Lijneya Hilbijartinê ya Navend a Kazakistanê daxuyand ku Nursultan Nazarbayev ji sedî 97,7 ray stend û car din bû serokê dewletê.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Navend Kuanduk Turgankulov li Astanayê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku li gor encamên nefermî Nazarbayev ji sedî 97,7 ray stend û car din wek serokê dewletê hat hilbijartin.
Turgankulov got ku ji 9 û nîv milyon hilbijêran ji sedî 95,22an rayên xwe dane û namzedê Partiya Komunîst Turgun Sizdikov ji sedî 1,6, namzedê xweser Abelgazî Kusaînov jî ji sedî 0,7 ray hildan.
Turgankulov daxuyand ku piştî ray car din hatin kontrolkirin û encamên fermî wê 3yê gulanê de bên eşkerekirin.
Nazarbayev ji sala 1989an vir ve serokê dewletê ye û ev cara 5emîn e ku car din wek serok hat hilbijartin.