Li gor nûçeya WAFAya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê, Ebasê ku li Bahreynê ye, piştî qetlîama Şûcaiyyeyê 3 rojan şîn îlan kir. Hat diyar kirin ku di encama qetlîama Şûcaiyyeyê de 60 kes mirin û 420 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku dê alayên li ber avahiyên hikûmeta Filistînê daliqandîn û yên li ber nûnertiyên derveyî welat daliqandî ne dê 3 rojan heta nîvî bên daxistin. Di daxuyaniyê de cih dan van gotinên Ebas: "Ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê divê civaka navneteweyî navbeynkariyê bike."
Artêşa Îsraîlê li taxa Şûcaiyyeyê îro qetlîam kir, di encamê de zêdetirî 60 filistînî mirin.
Di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû. Hejmara filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de mirin derket 420an.