Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras, daxuyand ji bo ku îcreata 6 mehan a hikûmeta SYRIZAyê ji raya gel re were pêşkêşkirin wan biryara hilbijartina pêşwext stand.
Çîpras di axaftina xwe ya ji bo gel ya ku li ser têlevîzyonan hat belavkirin de diyar kir peywira ku wî di 25ê rêbendanê de ji xelkê Yûnan wergirt, wextê wê kuta bû û heyama biryara nû hat û wiha pê de çû: "Di vê kêliya ku qonaxeke dijwar li paş me de ma, min biryar da ku îcreatên xwe ji hêla exlaqa siyasî ve pêşkêşî raya we bikim."
Çîpras destnîşan kir ku ewê li dû axaftina xwe biçe avahiya Serokomariyê û îstifaya xwe û ya hikûmeta xwe radestî Serokomar Prokopîs Pavlopûlos bike û wiha xeberda: "Aniha divê gelê ku desthelatdar e mafê gotinê hilgire. Hûnê bi rayên xwe ve biryarê bidin ka gelo em heqê rêveberina welat didin an na. Hûnê bi rayên xwe ve biryarê bidin ka peymana ku me îmze kir, gelo dê di warê saxbûna aboriyê de kêrhatî be an na. Hûnê biryarê bidin ka gelo kî, dê bi çi awayî Yewnanistanê bi pêş de bibe."