Tîmên AAyê meşa êzdiyan a ber bi mirinê ve ji destpêkê heta dawiyê teqîb kir.
Îro 8emîn roja trajediya êzdiyên ku di Çiyayê Şengalê de asê mane ye. Piştî ku di 2yê tebaxê de Şengala navçeya Mûsilê ket destê DÎŞIyê, rêwîtiya êzdiyên bi mirinê ve rû bi rû man jî ji Iraqê dest pê kir. Ji bo êzdiyên ku ji ber zilma DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Çiyayê Şengalê tenê rêyeke xilasbûnê ya dirêjiya wê 75 kîlomêtro heye.
Geliyê Kerzeyê rêya derketinê ye, mirov heta ji serê çiya digihêje gelî qûş li mirovan diqete. Êzdiyên ku li gelî dicivin kom bi kom derdikevin rê. Herwiha li cihên bilind ê gelî hêzên Yekîtiya Parastina Gel (YPG) nobedariyê dikin û êzdî heta digihêjin gelî wan ji êrîşên DÎŞIyê diparêzin. Lewra hêzên DÎŞIyê jî li nêzî gelî ji bo êrîşê kozik vedane. Lê êzdî bi saya rêya bi ewle û hêzên YPGyê tên parastin.
Carinan li hin cihên rêya biewle, di navbera milîtanên DÎŞI, pêşmerge û hêzên YPGyê de şerên dijwar diqewimin. Di êrîşên ku DÎŞIyê bi topên hawanê dike de hin kes dimrin û hin jî birîndar dibin. Kesên ku sax digihêjin Geliyê Kerzeyê, ji vir jî ber bi rêdera biewle ya gelî ve dimeşin. Meşa ku ji ser axa Iraqê dest pê dike nêzî 5 saetan didome. Lê belê ev rêwîtî ji bo êzdiyên ku bi rojan tî û birçî man û nikarin bimeşin bi zor û zehmet e.
Êzdiyên nexweş û lawaz di rêya ku dirêjiya wê 100 kîlomêtro ye de dimeşin, ji ber germa havînê ya ku pileya wê 50 ye ji xwe diçin û dikevin. Kesên ku di rê de ji xwe diçin û dikevin nikarin bimeşin li ser rê dimînin, yên ku dikarin bimeşin jî ji bo canê xwe xilas bikin di nav tirs û xofê de dimeşin.
-"Gelo av tune ye?"
Êzdiyên ku ji Iraqê derbasî Sûriyeyê dibin, li ser rê rastî kî/kê bên di serî de vê dipirsin "gelo av heye?" Pişt re yên ku hêza wan hebe û karibin biaxivin dest pê dikin serboriya xwe vedibêjin: "Gelo kesekî ku li benda me be tuneye? Wesayitên ku em ê lê siwar bin li ku derê ne? Ji bo Xwedê me xilas bikin! Qurtek av bidin me."
Axaftinên wan dilê mirov disojînin... Êzdî îdia dikin ku ev duyemîn komkujiya Helebçeyê ye. Ji ber vê gotinên sitrana Şivan Perwer a bi navê "Helebçeyê" berz dikin.
Tenê gotin û axaftinên wan na rewş û dîmenên ku derdikevin holê jî dilê mirov dişewitînin. Zarokên ku ji ber tîna lêvên wan terikîne digrîn. Dayik rondikan dibarînin. Bav jî ji ber ku nikarin li hemberî vê rewşê tiştekî bikin îsyan dikin.
Kesên ku şimikên xwe yên qetandî bi ta girêdane, ciwanên lawazbûyê yên ku kal û pîran dane li ser pişta xwe, qêrîn û hawara kesên ku li serê rê ketine û nikarin bimeşin.
Li herêmên neewle yên Sûriyeyê ji çûnûhatin pir qelebalix e. Bi dehan qamyon, tirimbêl, teqsî penaberan dibin herêma Cezaa û Rîmelanê.
Êzdî piştî meşa du rojan digihêjin herêma ku wesayît lê ne. Penaberên ku li vir wesayitan siwar dibin û tînin herêma Rîmelanê. Li ber deriyê Rîmelayê êzdî tên pêşwazîkirin, pêdiviyên wan ên însanî tên bicihanîn û êzdiyan ji vir jî tînin Qada Newrozê ya ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) damezirand.
Xidir Şeykoyê ku got bi zorê can û malbata xwe xilas kiriye wiha axivî: "Zarokên ku ji tîna û birçîbûna mirin hebûn. Em bi rojan sekinîn. Pişt re rêwîtiyeke dijwar dest pê kir. Gelek kes di rê de man. Li me xwedî derneketin."
Heydo Şakirê ku xwe û dergûşa xwe ya 10 rojî bi zorê xilas kir wiha got: "Di wan rojên dijwar de hin jin welidîn, gelek jin û bebik mirin."
- Di qaseya kamyonê hawara "av...avê"
Êzdiyek di qaseya komyonê de qêrîn dikir û digot "hawar, hawar..." Pişt re yek digot "germ e, havîn e. Av, av..." Mirovên din di nav van hewar û axaftinan de digiriyan. Di seranserê rêwîtiyê de gelek bûyer û dîmenên wiha dilsoj derdiketin holê.
Îro 8emîn roja hêsîriya gele êzdî ye. Piraniya êzdiyên ku di Çiyayê Şengalê re asê mabûn hatin xilaskirin. Lê belê hêj bi hezaran êzdiyên ku li ber mirinê ne û li benda xilaskirinê ne hene.
Piştî ku DÎŞIyê di 2yê tebaxê de Şengala navçeya Mûsilê dagir kiribû, êzdiyên ku hejmara wan 30 hezarî derbas dike xwe sipartibû Çiyayê Şengalê.