BEXDA
Misteşarê Serokomarê Iraqê Tûrhan Muftu daxuyand ku ji ber êrîşên DAEŞê, hilberîna nefta Iraqê ji sedî 40 daket û wiha dewam kir: "Ji Basrayê rojane 2 milyon warîl neft derdixistin û li bakurê herêmê jî rojane 700-800 hezar warîl neft dihat hilberandin. Niha li bakur ewqas neft nayê hilberîn û tenê ji Basrayê neft tê derxistin."
Muftuyê ku di heman demê de Serokatiya Partiya Gel a Tirkmenên Neteweperwer dike, bi zanyariya xwe ya neftê tê nasîn. Muftu der heqê, hilberîna nefta Iraqê, têkoşîna dijî DEAŞê û rewşa tirkmenan de agahî da nûçegihanê AAyê.
Tûrhan Muftu destnîşan kir ku bîrên neftê yên mezin di destê DAEŞê de ne û îdia kir ku DAEŞa rêxistina terorê niha ji bîrên neftê ên Necme û Cawanê neftê derdixe. Muftu bal kişand ser kêmbûna hilberîn û îxrackirina neftê û got: "Ji ber êrîşên DAEŞê li Iraqê hilberîna neftê ji sedî 40 daket. Ji Basrayê 2 milyon warîl neft dihat derxistin û li herêma bakur jî 700-800 hezar warîl neft dihat hilberandin. Niha Li bakur ewqas neft nayê derxistin û tenê ji Basrayê neft tê derxistin."
- Operasyona Tikrîtê
Muftu bal kişand ser operasyonên Tikrîtê yên ku ji 2yê adarê ve li herêmê bi rê ve dibin û got ji ber ku piraniya herêmê çol e, xilaskirina wê zehf zehmet e. Muftu got ku her çiqas zehmet be jî hêzên ewlehiyê herêmên derdora Tikrîtê xilas kirin û wiha dewam kir:
"Hêzên ewlehiyê him ji hewayê ve him jî ji bejayê ve operasyon birin ser herêmê. Li herêmê mayin hatine binerdkirin, ji ber vê yekê jî hêzên artêşê hêdî hêdî pêşve diçin. Artêşa Iraqê dixwaze bi zirareke kêm di şer de bi ser bikeve û stratejiya xwe li ser vê ava kiriye. Di demeke kurt de dê Tikrît bê rizgarkirin."
-Li Iraqê hêbûna Îranê
Muftu got ku ew hêzên ku ji bo alîkariyê tên Iraqê nazivirînin û li ser hêzên Îranê ên ku li herêmê ne jî wiha axivî:
"Li Iraqê hêzên Îranê hene; lê ev hêz di asta misteşariyê de ye. Ji bilî Îranê em li herêmê hebûna Îngilistan, DYA, Fransa û welatên din jî dibînin. Em piştgirîdayina gelek welatan dibînin ku ji bo yekîtî, bihevrebûn û pêşeroja Iraqê hewl didin. Carinan piştgirîdayîna welatekî ji yên din xurttir e. Ji ber ku Îran cîranê me ye, piştgirîya wê ji yên din zêdetir e."
- Operasyona rizgarkirina Mûsilê
Muftu got ku xilaskirina Mûsilê hêsan nîne û wiha axivî:
"Li gor herêmên din hêza DAEŞê li Mûsilê xurttir e. Heke ku hemû şiî, sunî, kurd,, tirkmen û hêzên navneteweyî bi hev du re tevnegerin; em ê nikaribin Mûsilê rizgar bikin. Her wiha hemû welatên ku dixwazin tevlî operasyona Mûsilê bibin divê pêşî ji Bexdayê destûrê bistînin.