16 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî li Bexdaya paytextê Iraqê hatin bal hev.
Der heqê hevdîtinê de ji ofîsa Ebadî daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û tê de wiha hat gotin: "Mesûm û Ebadî di çarçoveya operasyona ji bo xilaskirina hin herêmên bajarê Enbarê û Beyciya bajaroka Selahaddînê ya di destê DAEŞê de bûn hevdîtin kirin û her du serokan ji ber serfiraziya ku li van herêman li hemberî DAEŞê hat bidestxistin hêzên ewlehiyê, pêşmerge û Haşdî Şabî pîroz kirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du serok jî di mijara têkoşîna li hemberî gefên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ser Iraqê de wek hev difikirin.
Mesûm û Ebadî di hevdîtinê de li ser çalakî û qeyrana siyasî ya ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêk tê sekinîn û ji bo vê yekê jî wiha hat gotin: "Li herêmê ji bo parastin û ewlehiyê divê hemû partiyên siyasî ji bo guftûgoyê bên bal hev. Lazim e pirsgirêkên xwe jî di çarçoveya makezagonê de hel bikin û ji bo parastina aramî, îstiqrar û ewlehiya can û malên welatiyan jî biparêzin."