Haydar Karaalp
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî ragihand, serjimara welêt ji 45 milyonî derbas kir.
Li gor nûçeya INAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Iraqê, Sudanî di 20-21ê Mijdarê de derbarê serjimarê de agahî dan.
Sudanî amaje pê kir ku "Serjimara Iraqê ji 45 milyonî derbas kir."
Sudanî diyar kir ku li Iraqê hejmara malbatan ji 7 milyon û 898 hezar û 588an derbas kir û wiha pê de çû:
"Her malbatek nîvendî ji 5,3an pêk tê. Serjimara mêran 22 milyon û 784 hezar û 62 ye ango ji sedî 50,1 e. Serjimara jinan 22 milyon û 623 hezar û 833 ye ango ji sedî 49,8 e."