ERZURUM (AA) - Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez got: "Me samîmiyeta xwe ji dest da. Tişta ku em herî zêde li ser disekinin biratî ye, divê em biratiya xwe ji nû ve xurt bikin. Divê em biratiyê li ser jidiliyê saz bikin. Divê em bi tu awayî li hemberî hev nekevin dudiliyê."
Li Erziromê ji aliyê Miftîtiya bajêr ve li Hêwana Werzişê ya Kazim Karabekir konferansa "Wîladeta Pîroz" hat lidarxistin. Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez, Walî Ahmet Altiparmak, Waliyê Agiriyê Mehmet Tekînarslan, Waliyê Qersê Eyup Tepe, Waliyê Erdexanê Seyfettin Azîzoglu, Waliyê Bayburtê Mukerrem Unluer, Midûrê Ewlekariyê yê Stenbolê Selamî Altinok û gelek welatî beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de îlahî û qesîde hatin gotin. Gormez di konferansê de axivî û got ku em bextewar in ku li giştiyê welêt û Ewropayê ji bo hînbûn û fêmkirina jiyan û doza Pêxemberê me, çalakî tên lidarxistin.
Gormez destnîşan kir ku dîn girêdana jidil e û wiha dewam kir: "Em çima dibêjin 'Dîn samîmiyet e'. Lewra dinya ji rastiya xwe dûr ket, êdî li dinyayê her tişt çêkirî ye. Îmaj, reklam û propagandayan jiyana me dorpêç kirine. Perde ketin di navbera me û heqîqetan. Ji ber vê yekê em vê demê bêhtir mihtacî gotina Pêxemberê me ne ku gotiye 'dîn samîmiyet e'. Me samîmiyeta xwe ji dest da. Tişta ku em herî zêde li ser disekinin biratî ye, divê em biratiya xwe ji nû ve xurt bikin. Divê em biratiyê li ser samîmiyetê saz bikin. Divê em bi tu awayî li hemberî hev nekevin dudiliyê."