ANKARA (AA) - Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez bi munasebeta meha mûharemê rêberên elewî, pêşengên cimaetên bektaşî, ceferî û nunerên saziyên civakî yên sivîl re name şand. Di nameya Gormez de mijarên wek Kerbela, roja aşûreyê û meha mûharemê cih girt. Name ji 300 kesan re hat şandin û Gormez di nameyê de diyar kir ku her sal di 10 meha mûharemê de dilê her misilmanan xemgîn dibe û dişewite.
Gormez di nameya xwe de wiha got: "Bila baş bê zanîn ku meşa Hezretî Hiseyîn a ber bi Kûfeyê ji bo banga heqiyê, li dijî zilm û tundiyê berxwedanek mezin bû. Dema ku meriv li peyamên Hezretî Hiseyîn binihêre baş dibîne ku ew dixwaze ku di nav civakê de bi tenê her tişt ji bo rizaya Xwedê bên kirin, fikra biratiyê belav bibe û gel ji xwe re Hezretî Pêxember mînak hilbijêre û edeletê li gor wî di civakê de bi cih bike. Hezretî Hiseyîn di jiyana xwe de xayîntî nekiriye, nedaye pey malê dinyayê û bi tevgera xwe ya li dijî zilm û pûçiyê jî mînakek pir herî mezin e. Hezretî Hiseyîn li hemberî zilm, zordarî û neheqiyê derketiye û bi şehadeta xwe jî bi ser zilmkaran ketiye. Kerbela ew rêya ku di hedîsan de qala wê tê kirin e yanî rêya Hezretî Pêxembere û Hezretî Hiseyîn û hevalên wî jî di wê rêyê de can dan. Kebela li hemberî neheqiyê berxwedan e."
Serokatiya Karên Diyanetê di çarçoveya çalakiyên "Bîranîna Şehîdên Kerbelayê û Roja Aşûreyê" de dê sibê jî fitara mûharemê bide.