Di bernameya ku Walîtiya Eskîşehirê li Şanoya Gel a Saraybosnaya paytext lidarxist de Koma Mesnewiyê ya Bûrsayê danîşana semahê kir.
Waliyê Eskîşehirê Gungor Azîm Tûna, Balyozê Tirkiyeyê yê Saraybosnayê Ahmet Yildiz, nûnerê saziyên tirk ên ku li Bosna Hersekê kar dikin, endamên şandeyên ku ji Tirkiyeyê hatin û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
Kêfa saraybosnayiyan ji bernameyê re gelekî hat.
Waliyê Eskîşehirê Tûna li bernameyê axivî û destnîşan kir ku Tirkiye û Bosna Hersek xwedî gelek xusûsiyetên hevpar in û wiha domand:
"Gelek taybetî û nirxên me yên hevpar hene. Di heman wextê de em xwediyê rabirdûyeke hevpar û dirêj in jî. Me berê rojên kambax û yên şad bi hev re derbas kir. Em ê di paşerojê de jî rojên qenc û yên xirab bi hev re derbas kin."