Plîtvîce ya Parka Neteweyî du saet dûrî paytextê Hirvatistanê Zagrebê ye. Di parkê de 16 golên ku bi rengên wek kesk, turkuvaz û şîn re reqsê dike, hene.
Robar û golên ku di bin bergiriyên parastinên giran de ne û avjenî jî li wir qedexe ye, bi avên xwe yên zelal û sar û masiyên xwe dişibe akwaryuman.
Xweşikahiyên herî balkêş yên parkê hûr û gir 300 sûlavên curbicur jî mirov dixe bin tesîra xwe.
Di parkê de Sûlava Mezin a ku avên wê wek poşiya bûkan tê xarê, bilindahiya wê 78 mêtro ye gelekî bala tûrîstan dikşîne. Tûrîstên ku di binê şelalê de kom dibin ji bo ku bikarin di nav vê xweşikahiyê de wêneyekî bikişîn didin ber hev.
Plîtvîce ya Parka Neteweyî ku bi dewlemendiya flora û faunaya xwe jî balê dikşîne, li gel lana hirçên boz, hêlîna 156 çivîk, 321 perperok û ji 20 cureyên şevrevîngan e.
Park, ji bilî daristanên reng zimrûd, bi pîjik û bizmilûgên xwe yên seyr jî balê dikşîne li ser xwe.
Li Parkê bi otobêsên gerê bi rehetê tê gerîn, gengaz e ku mirov bikare trekkîngê bike an jî li kafeyên ji hev xweşiktir de bêhna xwe vede.
Li dora Parka Neteweyî ya ku her sal ji hêla nêzî milyonek tûrîstan ve tê ziyaretkirin li gorê madiyata her kesî otêl jî hene.