Haydar Şahin
15 Tebax 2019•Rojanekirin: 16 Tebax 2019
Biryara Serokomariyê ya ji bo îstimlaqkirina ecele di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê biryar hat dayîn ku li Mûşê hin erdên li Mercîmekkaleya gund û Serînovaya bajarok werin komkirin û di nav zeviyan da xizmetên pêşxistinê werin kirin. Di vê çarçoveyê da Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê ew ê li van qadan xebatên komkirinê bidiomîne.
Dîsa biryar hat dayîn ku li navçeya navend a Rîzeyê ji bo Projeya Qada Pîşesaziya Piçûk hin erazî bi destê Îdareya Taybet a Rîzeyê ecele werin îstimlaqkirin.
Dîsa biryar hat dayîn ku Midûriyeta Giştî ya Şirketa Anonîm a Ceyranê ya Tirkiyeyê di çarçoveya "Projeya Birina Xeta Vejenê ya TM-Kinis RESê" da li herêmê ciyên histûnên ceyranê îstimlaq bike û heqê ciyê têlên ceyranê ji ra derbas dibin bide.
Bi biryarnameya Serokomariyê qada di navbera Aydinlar û Eruha navçeyên Sêrtê da wekî "Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê" hat eşkerekirin.