Spor

Li Geliyê Botanê ji 94 mêtroyan qevizîna ketina serbest

Li Sêrtê Cengîz Koçak û Ferdî Toyê werzişvanê Base jump (ketina serbest) û wîngsuîtê (firîna mirovê şevrevîng) li Geliyê Botanê ji 94 mêtroyan xwe avêt

Elif Orhan  | 22.12.2019 - Rojanekırın : 24.12.2019
Li Geliyê Botanê ji 94 mêtroyan qevizîna ketina serbest

Siirt

Li Sêrtê Cengîz Koçak û Ferdî Toyê werzişvanê Base jump (ketina serbest) û wîngsuîtê (firîna mirovê şevrevîng) li Geliyê Botanê ji 94 mêtroyan xwe avêt.

Koçak û Toy xwe ji Girê Kaletul Ustad a li Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê avêtin û ji 94 mêtro bilindahyê bi awayekî ewledar xwe danîn rêya nêzî Bendava Alkurmuyê.

Welatiyên ku ji bo piknîkê hatin herêmê bi eleqeyeke mezin qevizînê temaşe kirin û bi telefonên xwe yên bêrikan qeyd kirin.

Cengîz Koçak daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku ji biçûkatiya xwe va bi sporên ekstrem ra eleqedar dibe.

Koçak got ku çalakiyê ji bo nasandina herêmê kirin.

Ferdî Toy jî da zanîn ku çendî sal e ji cihên cuda yên Tirkiyeyê vê werşiê dikin û di mijara qevizîna "base jumpê" da bûn xwedî tecrûbe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.