Li Îdirê kesekî piştî mineqeşeyê li dayika xwe xist û birîndar kir.
Hat ragihandin ku li seyrangeha Heyder Alîyev di nav Safîye A. û lawê wê Mehmet A. de ji ber sedemên malbatî mineqeşe derket. Li ser mineqeşeyê Mehmet A. li dayika xwe Safîye A. xist û ew birîndar kir.
Safîye A. ji ber derbên giran birîndar bû û xeriqî û bi servîsa acîl a 112an rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê
Polêsan ji bo Mehmet A. were girtin dest bi xebatan kirin.