Malbata Davutoglu jiyana xwe li Taşkenta navçeya Konyayê derbas kiriye. Di wan şert û mercên dijwar de wênekişandin ew qas hêsan nebûye wê demê. Ji ber vê çendê jî wêneyên xanima Meymûne kêm in.
Nîlufer Ozlena meta Davutoglu jî behsa zarokatiya Davutoglu kir û got ku Davutoglu di betlaneyên havînê de dihat Taşkentê. Ozlenê got ku wan ji piçûktiya Davutoglu û heta niha ji Davutoglu hez dikir û wiha dewam kir:
"Ahmet dema ku çû Stenbolê biçûk bû. Tenê havînan dihat Taşkentê. Di zarokatiya xwe de pir jîr bû. Dixwast her tiştî hîn bibe. Hê di biçûktiya wî de meraqa wî li ser îlmê hebû. Her tişt meraq dikir û dipirsî. Dixwast ku keda wî di nav her tiştî de hebe. Ji werzîşê hez dikir. Herî zêde fîtbol dilîst. Herî zêde ji hez xwendinê dikir. Di malê de pirtûkxaneya wî hebû. Di 14-15 saliya xwe de jî bi pirtûkan re têkildar bû."