Li Agiriyê du sal berê di bin banê Komeleya Alîkarî û Çanda Agiriyê (AKYAD) de "Komîteya Lihevkirin û Aştiyê ya Agiriyê" hat damezrandin. Ev komîte him malbatên ji hevdu xeyidîne li hev tîne him jî ji bo aştiya civakî ya herêmê pêşengiyê dike.
Serokê Komîteya Lihevkirin û Aştiyê ya Agiriyê Hanîfî Alir daxûyanî da nûçegîhana AAyê û diyar kir ku him li Agiriyê him jî li bajarên din ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat di navbera malbatan de ji ber zeviyan, doza xwînê û keç revandinê dijminahî çêdibe. Bi saya vê komîteya ku damezrandin pirsgirekên di nav gel de hel dikin û xelkê li hev tînin.
Alir da zanîn ku kesên di komîteyê de cih digrin zana û rihspiyên Agiriyê ne û wiha dewam kir: "Me Komîteya Lihevkirin û Aştiyê ya Agiriyê di 1ê Îlona sala 2011an de yanî di roja Aştiyê ya Dinyayê de ava kir. Armanca damezrandina vê komîteyê ew e ku em bi kêrî aştiya civakê bên. Em malbatên ku ji ber keç revandinê, doza xwînê di navbera wan de neyarî çêbûye li hev tînin. Armanca me ya sereke, ji bo aştiyê xizmet e. Li van dera gel rûmetê nîşanî mirovên zana, serokên aşîran, mirovên oldar dide û gotinên wan dike. Niha 150 endamên me yên ku ji van kesan e hene. Hemû jî di nav gel de xwedî cihekî girîng in."
Alir diyar kir ku bi saya hewl û xebatên vê komîteyê dozên ku nêzî 10-15 sal in dewam dikin, hatine xilaskirin. Piştî ku mirov û malbatan li hev tînin, ew kes tên û ji komîteyê re spas dikin.