Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê xwekujiyê hat kirin û di êrîşê de 13 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, 3 êrîşkarên xwekujiyê li bakurê Bexdayê bombeyên li ser xwe teqandin. Di teqînê de 13 kesên ku endamê El-Haşdû'ş-Şabî (Civata Gel) ya ku ji milîsên şiî pêk tê, ne mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Di teqînên ku îro li cihên curbicur ên Bexdayê hatibûn kirin de 9 kes miribûn û 23 kes jî birîndar bibûn.