Hikûmeta Urdunê eşkere kir ku Sacîde el-Rişaviya ku li Urdunê ji ber sûcê terorê girtî ye û DÎŞIya rêxistina terorê li hember serbestberdana rehîneyan dixwaze ku ew serbest bê berdan, hê jî li welêt e.
Berdevkê Hikûmeta Urdunê û Wezîrê ji Çapemeniyê Berpirsyar Mihemed el-Mûmanî piştî civîna ku der barê mijarê de li avahiya Serokwezîriyê hat lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê da û got "Em dixwazin jê ewle bin ku pîlot Qesasîbe dijî" û wiha axivî: "Heta temînate jiyana pîlot neyê dayîn em dê Rişaviyê serbest bernedin."
Mûmanî got "Sacîde el-Rişavî hêj li Urdunê ye" û anî ziman her wiha ji bo ku rehîneyê japon Goto bê serbest berdan bi rayedarên japon re di nav hevkariyê de ne.
DÎŞIyê di 20ê kanûna paşîn de ji ser înternetê vîdeoya du rehîneyên Japon ên bi navê Harûna Yûkava û Kenjî Goto weşandibû û ji hikûmeta japonan li hember jiyana rehîneyan 200 milyon dolar fîdye xwestibû û gotibû ku divê fîdye di nav 72 saetan de bê dayîn. Daxwaza rêxistinê nehatibû bicîanîn û rêxistinê dabû zanîn ku Yûkava hatiye kuştin û pişt re eşkere kiribû ku heke Sacîde er-Rişaviya ku rajêra wê Iraq e, ya ku di sala 2005an de li Ammanê beşdarî êrîşên "Çarşema Reş" a ku 57 kes tê de miribûn, bibû di nav 24 saetan de neyê serbestberdan dê Goto û pîlot Qesasîbe jî bên kuştin.
Rêxistinê di vîdeoya dawîn a ku weşandibû de ji bo ku rehînêyê japon Goto û pîlotê urdunî Qesasîbe nekuje, xwestibû ku Rişaviyê heta îşev teslîmê DÎŞIyê bikin.
Hikûmeta Urdunê duh daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku li hember pîlotê urdunî Mûaz Safî el-Qesasîbeyê ku di destê DÎŞIyê de ye, amade ye ku Rişaviya ku ji ber sûcê terorê girtiye biguherîne.