KERKÛK
Hat ragihandin ku li Kerkûk û Mûsilê, milîtanên rêxistina terorê li dijî pêşmergeyan, êrîşiyên hevdem lidarxistin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, milîtanên DÎŞIyê bi şev êrîş bir ser gundê Tel el-werîd, Mektep Halît, Meryembeg û Molla Abdullaha ku 12 kîlometre dûrî Kerkûkê ne û di kontrola pêşmergeyan de ne. DÎŞIyê piştî şerekî dijwar kontrola Mektep Halît û Molla Abdullah bi dest xist. Pêşmerge ji bo her du gundan ji destê DÎŞIyê bistînin şerê kuçeyan didomînin.
Di êrîşan de Fermandarê pêşmergeyan yê tûgaya 1emîn Şerko Fatîh hat kuştin. Wezareta pêşmergeyan ji bo herêman ji destê DÎŞIyê bistîne, zêdetir hêzên leşkerî şand herêmê.
Di heman demê de li navçeya Mexmûr û Guverê ya Mûsilê jî DÎŞIyê li dijî pêşmergeyan operasyon li dar xist. Hat ragihandin ku şer dewam dike.