BEXDA
Budçeya 2015an a Iraqê piştî nîqaşên dûr û dirêj, li parlementoyê bi pirdengî hay qebûlkirin.
Budçeya 2015an a Iraqê ku dûr û dirêj e tê nîqaşkirin, di parlementoyê da bi dengdayîna parlementeran, bi pirdengî hat qebûlkirin. Budçeya 2015an 119 trilyon dînarê Iraqê ye (nêzî 100 milyar dolar). Ji ber ku li gor sala par bihayê neftê daket, di aboriyê da 21,4 milyar dolar kêmasî heye.
225 parlementer di dengdayînê de gotin 'erê'
Di hevdîtin û axaftinên li ser budçeyê da ku dest pê kirin, li ser mijarên wek ji sedî 17yê para Herêma Kurdistana Iraqê, ji ser SOMOyê da îxrackirina nefta Herêma Kurdistanê û alîkariya ji bo pêşmerge û hêzên şiî yên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin da nîqaş derketin.
Di dengdayîna budçeyê da ji 328 parlementeran 225 parlementer gotin 'erê' û budçe bi pirdengî hat pejirandin.
Wê rojane 3,3 milyon warêl neft were îxrackirin
Li gor budçeyê wê 3,3 milyon warêl neft were îxrackirin. Wê bihayê firota warêla neftê ji ser 56 dolarî da were hesabkirin. Li gor budçeyê ji bo cixareyê ji sedî 300, ji bo kontorên têlefonan jî ji sedî 20î wê bac were sitendin.
Para Herêma Kurdistanê hat qebûlkirin
Di budçeyê da para Herêma Kurdistanê ya ji sedî 17yê hat pejirandin û mesrefên hêzên pêşmergeyan jî lê hat zêdekirin. Li gor vê biryarê Iraq cara ewil e ku ji budçeya giştî para pêşmergeyan dide. Wek mayîn li gor peymana ku di kanûna 2014an da di navbera Bexda û Hewlêrê da hat kirin, wê sewqiyata neftê were kirin.