KERKÛK
Hat ragihandin ku li Kerkûka Iraqê ji ber êrîşên DÎŞIyê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Kerkûkê ji bo ku li bajêr ewlehî pêk were, piştî seet 10.00an qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Wek mayîn hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî Kosret Resûl bi tûgaya ku di emrê wî da ye, ji bo ji pêşmergeyan ra bibe alîkar, hat Kerkûkê.
- Otêl hat kontrolkirin
Wek mayîn ber destê sibehê 3 milîtanên DÎŞIyê êrîşî Otêla Qesra Kerkûkê kirin, lê parastina otêlê niha di destê pêşmergeyan da ye. Di êrîşê da milîtanekî DÎŞIyê êrîşa xwekujiyê kir û du milîtanên din jî hatin qefaltin.