14 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Heger hemû sûriyeyî pê razî bibin, çi federasyon çi ademê merkeziyet û çi jî pergala dewleta unîter emê piştgiriyê bidinê."
Lavrov bi hevmewqiyê xwe yê ji Tûnisê Khemaies Jhinaoui ra hat bal hev.
Lavrov di civîna çapemeniyê ya li dû hevdîtinê da axivî û mijara krîza Sûriyeyê nirxand.
Lavrov diyar kir ku ewê piştgiriyê bidin hemû rêkeftinên di navbera rêveberî û muxalifê yên seba siberoja Sûriyeyê da û wiha xeberda, "Heger hemû sûriyeyî pê razî bibin, çi federasyon çi ademê merkeziyet û çi jî pergala dewleta unîter emê piştgiriyê bidinê."