2016 ж. 13 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 13 наурыз
SEUL
Di maqaleya ku bi îmzaya zanyar Jo Hyeong li ser malpera fermî ya Rêveberiya Pyongyangê DPRK Todayê weşiya da wiha hat îdiakirin, "Heger Koreya Bakur bi Fuzeya menzîldirêj va seriyekî cengê yê mînyatur bal Manhattanê bifirîne, herkesê destxwera bimire û bajarê kavil be û bibe xwelî."
Piştî ku Koreya Bakur îdia kiribû wekî ku di 6ê rêbendanê da bombeya hîdrojenê ceriband û şûnda, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara xurtkirina ambargoya li ser vî welatî wergirtibû. KENYê kurtedemek berê pêşnûmaya ambargoyeke teze a dijî vî welatî, sedem ku fealiyetên xwe yên nukleerê didomîne, bi yekdengî qebûl kiribû.