12 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
BATH
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku bi hempîşeyê xwe yê îngiliz Philip Hammond re di mijara PYDyê de wekî hev nafikirin û got ku "Ji bo me PYD û PKK wekî hev in, di navbera wan de ferq tune. Ji bo ku rêxistineke terorê ya din bê têkbirin divê rêxistineke terorê nebe hevkareke ewledar."
Çavuşoglu beşdarî pêncemîn Foruma Zimanê Şirîn ê Tirk-Îngilizan a ku li bajarê Bathê ya ku dikeve başûrê rojavayê Îngilistanê bû.
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Hammond, Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Parlementerê Edeneyê yê AK Partiyê Talîp Kuçukcan, Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Denîz Baykal, Balyozê Londonê yê Tirkiyeyê Abdurrahman Bîlgîç û Balyozê Enqereyê yê Îngilistanê Richard Moore jî di nav de gelek rayedarên payebilind beşdarî forumê bûn.
Di vebûna foruma li zanîngeha Bathê de Wezîr Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Hammond axivîn.
"Ji bo têkbirina DAEŞê hewcedariya me bi rêxistineke terorê tune"
Wezîr Çavuşoglu qala hevkariya di navbera Tirkiye û Îngilistanê de ya di mijara têkoşîna bi terorîzm û radîkalîzmê de kir û destnîşan kir ku li Sûriye û Iraqê ji bo ku DAEŞê têk bibin bi hev re dixebitin.
Çavuşoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di mijara PYDyê de nêrînên min hinek ji yên Philip cudatir in. Ji bo me di navbera PYD û PKKyê de ferq tune. Dema hûn li saziya PYDyê bibînin hûnê hêmanên terorê yên PKKyê bibînin. Ji ber ferq kiriye ku PYD mitefîkê rejima Esed e ez kêfxweş im lê PYD ne tenê mitefîka rejimê mitefîka Rûsyayê ye jî."
- "Bi Esed re heyama derbasokê nabe"
Çavuşoglu qal kir ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê armanca stratejîk a Tirkiyeyê û got ku Tirkiye naxwaze ku yek ji piştgirên xwe yên li YEyê winda bike, divê Îngilistan ji YEyê dernekeve, hêz û dewlemendiya YEyekî bê Îngilistan dê kêm bibe."
Çavuşoglu wiha axivî: "Welatên me jê bawer nakin ku dê pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê bi Esed re bibe. Ji ber vê jî di mijara çûna Esed de ez jî wekî Philip difikirim. Hê jî hewcedariya mixalefetê bi piştgiriya me heye. Em divê tehdeya li ser rejima Esed û Rûsyayê zêde bikin û pêk bînin ku pêvajoya siyasî bikin. Lê belê aktîvîteyên Rûsyayê yên di van salên dawîn de nahêle ku em erênî bin. Dema hûn li herêmê li pirsgirêkên wekî Karabaga Jorîn, Osetyaya Başûr, Qirim binêrin, hûnê midaxaleya Rûsyayê bibînin."
Çavuşoglu destnîşan kir tê dîtin ku hin mitefîk bi çavekî ewledar li YPGyê dinêrin.
Di çarçoveya forumê de Çavuşoglu û Hammond bi hev re hevdîtin kirin.
Di hevdîtina li Zanîngeha Bathê de digel têkiliyên dualî, mijarên YE, pêvajoya çareseriyê ya berfireh a li Qibrisê, têkoşîna bi terorê re û di serî de Sûriye li ser mijarên herêmî û navneteweyî sekinîn.