12 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
HEWLÊR
Cinazeyê Yaşar Kayayê siyasetmedarê kurd û Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP) ya ku hatibû girtin, li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê hat veşartin.
Cinazeyê Kaya li Mizgefta Samî Ehmed Gerdî piştî nimêja cinazeyê li Goristana Rojavayê hat definkirin.
Berpirsiyarê Karên Neteweyî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî, Berpirsiyarê Hewlêrê yê PDKyê Elî Huseyîn, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek û ji Tirkiyeyê hin nûnerên partiyên siyasî tevlî merasima cinazeyê Kaya bûn.
Kayayê ku li Hewlêrê dijiya di 9ê adarê da wefat kiribû.