2017 ж. 05 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 05 сәуір
WASHINGTON
Wezareta Berevaniya DYAyê (Pentagon) daxuyand ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk ceriband.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Pasîfîkê da hat destnîşankirin, fermandariyê tespît kir ku li gorî dema herêmê di saet 11.42yan da ji tesîseke nêzîkî bajarê Sînpo yê Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk hat firandin û fuze di saet 11.51an da li behra Japon ket xwarê.
Di daxuyaniyê da cih dan vê hevokê, "Li gorî encamên pêşiyê, fuzeya ku ceribandin, hat tespîtkirin fuzeyeke balîstîk e û tîpa wê KN-15 e."
Herwiha di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku DYA pişta Koreya Başûr û Japonyayê dike.
Dîsa agahiya ji Fermandariya Berevaniya Asîman a Amerîkaya Bakur a DYAyê ku destnîşan dike, fuzeya navborî gefê li parzemîna Amerîkayê naxwe, jî hat parvekirin.