2016 ж. 06 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 06 қаңтар
İSTANBUL
Tirsa rîskê ya ku di nava pîyaseyên kurewî da belav bû, dolar rakir, bi 3,0143yan va dolar/TL derket zîrveya sê mehan.
Rageşiya Erebistana Siûdî û Îranê ya ku di serê salê da rû da, hevraz û berjêrbûna piyaseyên Çînê û herî dawî jî nûçeya îro ku Koreya Bakur ceribîna bombeya hîdrojenê pêk anî, piyaseyên kurewî tirsand.
Duhê di nava rojê da dolar/TL di navbera 2,9577 - 2,9920î da çû û hat, îro jî meyla xwe ya bilindbûnê dewam kir û bi 3,0143yan va derket zîrveya sê mehan.