2017 ж. 12 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 12 қаңтар
ÎSTANBUL
Dolar/TL piştî ku duh zêde bû û gihîşt 3,9422yan, di dawiya rojê da daket 3,8688an.
Îro jî dolar ji saet 10.40an pê va bi prîma xwe ya ji sedî 0,45ê bi 3,8860an tê firotin.
Ewro/TL ber destê sibehê li gor bilindbûna paralel a parîteya ewro/dolar da gihîşt 4,1804an û bi qezenca xwe ya ji sedî 1,1ê bi 4,1350î tê firotin. Sterlîn/TL jî di heman demê da ji sedî 0,9 zêde bû û bi 4,7640an tê firotin.
Analîst destnîşan dikin ku wê hevdîtinên pêşniyaza guherandina destûra bingehîn a AK Partiyê, daxuyaniyên civîna Bankeya Navendî ya Ewropayê (ECB) û Bankeya Navendî ya DYAyê (Fed) teqîb bikin û ji hêla teknikî va dolar/TL di sewiyeya 3,87an piştgirî û di sewiyeya 3,92yan jî rewşa xwe wê biparêze.