2017 ж. 12 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 13 қаңтар
ÎSTANBUL
Dolar/TL piştî ku Bankaya Navend a Komarê (TCMB) îhaleya repoyê venekir daket û bû 3,81.
Dolar/TLyê ku îro zêde bû û gihîşte 3,9296yan, piştî ku TCMByê di saet 10.00an de îhaleya repoyê ya ku hefteyek wadeya wê heye venekir, bi awayekî lez daket.
Ji sedî 1,5 kêmbûnê ve di saet 12.40an de dolar bû 3,81.
Pisporan gotin ku ji ber ku Bankaya Navend îhaleya repoyê ya ku hefteyek wadeya wê heye venekir û vê biryarê li ser kurê tesîreke zêde kir, ji ber vê jî pereyê Tirkiyeyê lîre biqîmet bû.
Li dervayî welêt Donald Trumpê Serokê DYAyê yê ku nû hat hilbijartin û wê di 20ê çileya paşîn de dest bi wezîfeyê bike civîna çepemeniyê ya ewil li dar xist. Piştî daxuyaniyên wî jî bihayê dolar kêm bû.