2016 ж. 29 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 29 маусым
ÎSTANBUL
Dolar/TL, ji ber başbûna teşwîqa piyaseyên kurewî teleba dolarê berjêr bû û ev jî bû sedem ku bikeve binê 2,89ê.
Hefteya borî li Qraliyeta Yekbûyî di referandûmê da bereksê hêviyên piyaseyê biryara Brexitê derket û piştre di piyaseyan da hewayeke bipanîk çêbibû. Ji ber hêviya ku bankeyên navendî dê teşwîqê bikin, panîka navborî ciyê xwe da xweşbîniyê.
Ji ber vê xweşbîniyê duh li hemberî pereyê welatên din ên pêşketî dolar, kêm be jî hinekî ji nirxê xwe ket, herwisa xaleke din a balkêş jî rêjeyeke girîng a veberhênan bala xwe dan pereyê welatên pêşketî.
Dolar/TL duhê ji sedî 1,08 berjêr bû û bi 2,9060î va roj temam kir û îro jî trenda berjêrbûnê dewam kir û daket binê 2,90î. Ji saet 09.50 pê va dolar/TL berjêrî 2,8880yî bû, ewro/TL ji ser 3,2040î, sterlîn/TL jî ji ser 3,8620î miemeleyê dibînin.