Waliyê Artvînê Kemal Cîrît li avahiyê Walîtiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê lêhî û hezazê de agahî da.
Walî Cîrît wiha got: "Her çiqas ji bo niha teqez nebe jî, li navenda navçeya Hopayê li taxa Ortayê 3 welatiyên me, li gundê Yoldereyê 3 welatiyên me, li Yeşîlkoyê welatiyekî me, li Eşmekayayê jî welatiyekî me bi giştî 7 welatiyên me mirin. Li navenda Hopayê jî zarokekî me winda ye. Me 7 welatiyên xwe yên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê. Ji wan 5 kes jî sewqî Rîzeyê bûn."
- "Welatî li gundan asê mane"
Cîrît daxuyand ku li gundên Sugoren, Çamlik û Hendekê hin welatî asê mane û wiha dewam kir: "Me plan kir ku em wan bi firokeyan ve xilas bikin, lê mixabin em nikarin. Em ê bi alîkariya tîmên AFADê ve wan xilas bikin. Me ji bajar û navçayên cîran jî alîkarî xwest. Hinek ji wan hema hema gihîştin û hinek jî wê sibê bigîhîjin vir. Tîmên AFADê jî niha dixebitin. Li navçeya Borçkayê rê girtiye û ji ber vê em nikarin xwe bigîhînin Hopa û Arhaviyê."
- 300 wesayîtan zirar dît
Welatiyên ku di qatên binê de dijîn ji ber ku malên wan di bin avê de man derketin qatên jorê ku xwe ji lêhiyê û hezazê biparêzin.
Piştî lêhî û hezazê li Hopayê gelek kargeh û wesayît di bin avê de man. 300 wesayîtên ku li Parka Tiran a Hopayê de bûn jî zirar dîtin.
Ji ber ku dîregên ceyranê welgeriyan li navçeyê ceyran tune, gelek pire û rê jî hatin girtin.
- Tîmeke AFADê ya ji 31 kesan pêk tê dixebite
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ji ber lêhî û hezaza li Artvînê 31 kesan şande bajêr. Saziyê daxuyand ku ji ber barana gur divê midûriyetên AFADê yên li Samsun, Ordu, Gîresun, Gumuşhane, Bayburt, Erzirom, Erdexan, Qers, Artvîn, Trabzon û Rîzeyê jî hişyar bin.
- 22 dildarên AKUTê çûn herêmê
Hat ragihandin ku 22 dildarên Komeleya Xilaskirinê û Lêgerînê (AKUT) yên li Rîze û Trabzonê jî ji bo ku li Artvînê bixebitin çûn Artvînê.
- Kiliçdaroglu sersaxî da
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu telefonê Waliyê Artvînê Kemal Cîrît kir û sersaxî da.